Amerîkayê şeva nehem jî li pey hev êrîşî Îranê kir

Ev 9 roj in şerê di navbera Amerîka û Îranê de bê rawestandin, berdewam dike. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva nehem li pey hev êrîşî Îranê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku eger Îran neyê rawestandin, dê herêm ber bi şerekî mezintir ve biçe. Îranê jî êrîşî Urdun û Kuweytê kir. Herî dawî CENTCOM’ê diyar kir ku di du bûyerên cuda de li Urdin û Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) şeva nehem jî li pey hev êrîşî Îranê kir.

CENTCOM’ê berî çend saetan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê navendên fermandariyê yên leşkerî yên Îranê, pergalên parastina asmanî û qadên çavdêriyê yên li peravên deryayê kirine hedef.

Her wiha hat eşkerekirin ku di êrîşan de şiyana deryayî, cihên berdana mûşek û dronan û torên peywendiyê yên Îranê bûne hedef.

CENTCOM’ê destnîşan kir ku armanca van êrîşan lawazkirina şiyana Îranê ye da ku nikaribe li Tengava Hurmizê êrîşî keştiyên bazirganiyê û deryavanên sivîl bike.

CENTCOM: Em di amadebaşiyeke bilind de ne

CENTCOM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji êrîşan re “amade” ne û wiha lê zêde kir:

“Artêşa Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî, Îranê ceza dike. 

Hêzên CENTCOM’ê di amadebaşiyeke bilind de ne.”

Di heman demê de Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku di 2 bûyerên cuda de li Urdun û Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Trump: Ger Îran neyê rawestandin dê şerekî mezintir biqewime

Herî dawiyê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump operasyona leşkerî ya li hemberî Îranê parast û got ku wan “bersiveke tund” daye Tehranê.

Trump her wiha got, “Eger Îran neyê rawestandin dê herêm ber bi şerekî mezintir ve biçe.”

Aloziya di navbera Waşington û Tehranê de piştî êrîşên li ser keştiyên bazirganiyê yên li herêmê, gihiştiye lûtkeyê û ev 9 şev in ku Amerîka li Îranê dide.

3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin

Îran jî êrîşî baregehên Amerîkayê yên li herêmê dike.

Bi taybet di van demên dawiyê de Îran herî zêde êrîşî Başûrê Kurdistan, Urdun û Kuweytê dike.

Di heman demê de Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di 2 bûyerên cuda de li Urdun û Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Şerê Îran û Amerîkayê nirxê petrolê bilind dike

Bi vî şerî re jî bihayê petrolê zêde dibe.

Bihayê petrolê îro bi rêjeya ji sedî 3 bilind bû û bermîla petrola brent bi ser 90 dolarî ket.

Bilindbûna bihayê petrolê li gel gurtirbûna pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de hevwext e.

Bihayê petrola brentê ya Deryaya Bakur di peymanên paşerojê de 2,69 dolaran ango bi rêjeya ji sedî 3,05 bilind bû û gihîşt 90,79 dolaran. 

Ev jî ji 11ê Hezîranê ve asta herî bilind e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye