Serokê Konseya Ewropayê rewşa Îranê bi Serokwezîrê Pakistanê re nîqaş kir

Îro di navbera Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf de peywendiyeke telefonî pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa got ku Îro ew û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi riya peywendiyeke telefonî rewşa Îranê nîqaş kirin.

 

Antonio Costa li ser hesabê xwe yê X´ê wiha nivîsand:

 

“Têkiliyeke baş bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re pêk hat, da ku nirxandina wî ya li ser şerê Îranê bibihîzim, ji ber ku herî dawiyê li Îslamabadê şêwirmendiyên Pakistanî bi wezîrên derve yên Misir, Erebistana Siûdî û Tirkiyê re çêbûn."

 

YE´ê diyar kir ku ew ji encamên şerê dirêj û bandorên wê yên aborî li ser cîhanê pir bi fikar in.

 

Pakistanê roja yekşemê got ku ew amadekariyan dike ku di rojên pêş de li ser bidawîanîna şer "gotûbêjên watedar" li dar bixe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye