Tehran xwe ji bo vekişîna ji peymaneke cîhanî amade dike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Parlemantoya welatê wî vekişîna ji Peymana nebelavbûna Çekên Atomî dinirxîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got ku tu feydeya tevlîbûna vê peymanê tune ye.

 

Her wiha ragihand ku aktorên navneteweyî yên bihêz, rê li ber Komara Îslamî ya Îranê digirin ku mafê xwe bi kar bîne.

 

Beqayî, dest nîşan kir ku êrîş li ser tesîsên wan ên nukleerî tê kirin.

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, got ku Tehran ne li dû bidestxistina çekên atomî ye û wê ne jî li pey bidestxistina wan be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye