Spanyayê qada xwe ya hewayî li ber balafirên Amerîkayê girt

Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles, ragihand ku welatê wê qada xwe ya hewayî li ber balafirên Amerîkayê yên ku beşdarî êrîşên li ser Îranê dibin, girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Margarita Robles, da xuyakirin ku ew rê nadin Amerîkayê ku navendên leşkerî yan jî qada hewayî ya Spanyayê di şerê dijî Îranê de bi kar bînin.

 

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Aboriyê yê Spanyayê Carlos Cuirbo piştgirya vê biryarê kir û got:

 

"Ev biryar beşek ji biryara ku hikûmeta Spanyayê berê girtiye ku beşdarî şerekî nebe ku bi awayekî yekalî û li dijî qanûna navneteweyî hatiye destpêkirin."

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gef xwar ku dê têkiliyên bazirganî yên bi Madrîdê re qut bike ji ber ku ew rê nade Amerîkayê ku baregehên Spanyayê di şer de bi kar bîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye