Li Srî Lankayê hejmara qurbanîyên ji ber lehiyê Bahoza Ditwahê gihîşt 334 kesan.
Li Endonezyayê girava Sûmatrayê veguherî navenda karesatê û zêdetirî 442 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Taylandê jî yek ji lehiyên herî xirab ên 10 salan pêk hat û 162 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di encama lehîyên har de li her sê welatan bi sedan kes winda bûn.
Ji ber ku avhewa germ dibe bahozên tropîkal û baranên giran pêk tên.