Di bazarên darayî yên cîhanê de buhayê zêr 23 dolar zêde bû

Îro di roja yekem a vebûna bazarên darayî yên cîhanê de, buhayê onseke zêr 23 dolaran zêde bû û ons gihaşt 4 hezar û 240 dolarên Amerîkî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev di nav 5 heftêyên borî de asta herî bilind a bihayê zêr e.

Lê doh dema ku bazarên darayî yên cîhanê girtî bûn, onseke zêr bi 4 hezar û 217 dolaran bû.

Li gorî civîna meha borî ya Banka Navendî ya Amerîkayê sedema sereke ya bilindbûna nirxê zêr kêmkirina rêjeya faîzê ye.

Daxuyaniyên berpirsên bankê yên hefteya borî  jî wiha bû:

"Bazirgan bi rêjeya ji sedî 87 bawer dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna 10'ê vê mehê de wê faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bike."

Veberhêner bi hûrgilî çavdêriya daneyên sektora pîşesaziyê a li Amerîkayê dikin û tê payîn ku di dawiya vê hefteyê de wê ji siyaseta diravî ya Amerîkayê agahiyên zelaltir bi dest bixin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye