Banka navdar ya DYA Goldman Sachs got, di rewşa girtina gendava hurmuzê de wê heqê petrol û gaza xwezayî bilind bibe.
Goldman Sachs, derandina petrole ya di Tengava Hurmuzê de tê kirin,eger dakeve asta nîvî wê demê heqê petrola safî Brent wê bibe 110 dolar.
Li gor daxuyaniya ji aliyê banke Goldman Sachs ve hatiye kirin piştî zêdebûna heqê petrolê,heqê petrola safî di çarêka çaremin ya 2025 de wê di 95 dolaran de bisekine.
Piştî êrîşa Washingtonê ya li ser navendên nûkleerê yên Îranê roja duşemê di heqê petrola safî de bilindbûn xûyakir.
Li gor Goldman Sachs girtina Tengava Hurmuz sedî 52 ye.
Îran, rêxistina walatên derandina petrole (OPEC) sêyemîn derandina petrolêne û rojê nêzî 3,3 varîl petrola safî di hilberînin.