SOMO û Wezareta Petrolê: Petrola Herêma Kurdistanê radestî me nehatiye kirin

SOMO û Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku heta îro petrola Herêma Başûrê Kurdistanê radestî wan nehatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêvebirê Giştî yê Şirketa Firotina Petrolê ya Îraqê Elî Nizar Fayiq got:“Mijar ne tenê bi petrolê ve girêdayî ye.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê da zanîn ku ew tenê aliyê firoşkar in, lê heta niha petrol ji bo firotinê radestî wan nehatiye kirin.

Her wiha Elî Nizar diyar kir ku ew niha li ser wan pêşniyarên ku Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rêkeftineke nû şandine dixebitin.

Li ser heman mijarê çavkaniyeke payabilind ji Wezareta Petrolê ya Îraqê got:

“Heta îro ti biryarên girîng li ser pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê nehatine dayîn.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24