Aloziya Amerîka û Îranê bazarên petrolê hejand: Bihayê xav ji sedî 10 bilind bû

Bêhêvîbûna ji bo vekirina Tengava Hurmizê û şerê daxuyaniyan ê di navbera Donald Trump û Tehranê de, bihayê petrolê di nava hefteyekê de nêzîkî ji sedî 10an bilind kir. Ev rewş dibe sedema tirsên giran ên aborî û zêdebûna enflasyonê li ser asta cîhanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê gotinan rêkeftina aştiyê dûr dixe

Aloziya di navbera Washington û Tehranê de gihîştiye asteke nû. Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ew ê di çarçoveya her peymaneke aştiyê de, ji Îranê tawîzatên şer bixwaze. Trump ev daxwaz wekî "baca êriş û kuştinan" bi nav kir ku bi dehê salan ji aliyê Tehranê ve tên piştgirîkirin. Ev daxuyaniya Trump bersiveke rasterast bû ji bo mercê pêşwext ê Tehranê ku berê ji Amerîkayê tawîzatên şer xwestibû. Her çend e Trump diyar kir ku ew dixwaze bi fişara aborî û bi "aramî" nêzîkî aloziyan bibe jî, ev şerê peyvan gihîştina peymaneke bilez gelekî dûr xistiye.

Petrol wekî "çek" tê bikaranîn

Ji ber nebûna ti nûçeyeke erênî di danûstandinên ji bo vekirina Tengava Hurmizê de, bihayê petrolê her roj bilindtir dibe. Doh bihayê petrolê ji sedî 5 bilind bû û ev herikîna bihabûnê îro jî berdewam dike.

Stratejîstên aborî tînin ziman ku her du alî bermîla petrolê wekî “çekekî” bêdeng bi kar tînin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide rê li ber firotina petrola Îranê bigire. Li aliyê din, Îranê jî tengav xeniqandiye ku reha sereke ya derbaskirina petrola welatên herêmê ye.

Çav li amarên enflasyonê yên Amerîkayê ne

Ev zêdebûna bihayê enerjiyê bandoreke neynî li ser bazarên pişkan dike û tirsa giranbûna kelûpelan zêde dike. Çavdêrên aborî niha li benda amarên enflasyonê yên Amerîkayê ne ku biryar e roja çarşemê werin belavkirin.

Ev daneyên nû dê rênîşander bin ka Banka Navendî ya Amerîkayê dê rêjeya faîzê bilind bike an na.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye