Rosatom: Rewşa santrala nukleerî ya Îranê xirabtir dibe

Rosatom a Rûsyayê: Rewşa santrala nukleerî ya Bûşehrê ya Îranê her ku diçe xirabtir dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê şîrketa enerjiya nukleerî ya Rûsyayê Rosatom, Alexei Likhachev, îro piştî êrîşeke din a li nêzîkî santralê, got ku rewşa santrala nukleerî ya Bûşehrê ya Îranê berdewam xirabtir dibe.

 

Her wiha da zanîn ku êrîş rasterast gefê li ser ewlehiya nukleerî dixwe.

 

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî roja înê ragihand ku Îranê, ew ji êrîşeke din li derdora Buşehrê agahdar kiriye, ku ev di 10 rojan de bûyera sêyemîn e.

 

Ajansê da zanîn ku ti zirar negihîştiye reaktorê yan jî ti rijandina radyoaktîf çênebûye.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro daxwaza "şermezarkirineke tund û bê guman" a êrîşa li nêzî Buşehrê kir.

 

Di nava 10 rojan de sê caran derdora santralê hat armancgirtin. Êrîşa herî dawî di 27’ê adarê de li nêzî yekîneya enerjiyê ya ku dixebite ket.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di daxuyaniyekê de got: "163 karmendên din ên Ros atomê li Bûşehrê piştî ku hatin tehliyekirin vegeriyan Rûsyayê û di rojên pêş de dê du komên din jî werin tehliyekirin."

 

Heya niha Saziya Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) diyar kiriye ku asta radyasyonê normal e û ziyaneke mezin negehiştiye reaktorê, lê ew bang dikin ku divê santral nebe armanca çalakiyên leşkerî.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye