Bihayê zêr û zîv bi hev re bilind dibe

Duh li bazarê bihayê zêr bi nirxekî bilind dest pê kir û bihayê onsa zîv jî 61 dolarî derbas kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Onsa zêr nêzîkî 10 dolaran bilind bûye û bi 4 hezar û 210 dolarên Amerîkî tê firotin.

Di peymanên paşerojê de zêrê ku dê sibata sala 2026'ê wê were radestkirin  onsa wê bi 4 hezar û 236 dolaran niha tê firotin.

Li aliyekî din jî bihayê zîv bi rêjeya ji sedî 5'an bilind bûye, cara yekeme ku di dîrokê de onsa zîv ku digihêje 61,45 dolaran.


Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Citye Indexê Fawad Razaqzada wiha got:

"Bihayê madenan bi awayekî xwezayî ne, lê eger di dabînkirina madeneke taybet de kêmasî hebe, bihayê wê ji bilî bilindbûnê berê xwe nade aliyekî din."

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya RJO Futuresê Bob Haberkorn jî diyar kir ku bazirganan lêkolîna xwe li ser kêmkirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê kirine ku bihayê zêr niha li pey bihayê zîv diçe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye