Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora xwe ya civakî Truth Socialê derbarê êrîşên li ser Îranê de daxuyaniyek belav kir û wiha got:
Ev êrîş, bersivek e ji bo hewldana têkçûyî ya Îraniyan a danîna mayînên deryayî yên li tengavê.
Her wiha ev bersivek e ji bo wan 8 mûşekên ku Îraniyan avêtin baregeha me ya leşkerî ya li Urdinê û hemû jî bi serkeftî hatin xistin.
Serokê Amerîkayê gefên tund li Tehranê xwarin û wiha lê zêde kir:
``Eger Îran bersivê bide, em dê bi asteke gelekî dijwartir û bilindtir li wan bidin``
Lê ev dê nebe êrîşa herî mezin, êrîşa herî mezin li bendê ye û gava xilas bibe dê ji Komara Îslamî ya Îranê gelekî kêm tişt bimîne.