Piştî gefên destwerdanê ya DYA'yê ev demeke hikûmet Meksîkayê zextên xwe li ser kartelên narkotîkê zêde kiriye.
Duh, artêşa Meksîkayê serokê kartelê narkotîkê yê Jalisco New Generation Nemesio Usguera, bi navê "El Mencho" tê nasîn, kuşt.
Piştî vê yekê alîgirên wî yên çekdar li gelek eyaletan rêyên sereke girtin, otomobîl û kargehan şewitandin.
Li hin bajaran jî ji geştiyar û niştecihan hat xwestin ku li malên xwe bimînin û ji ajokarên kamyonan hat xwestin ku rêyên ewle bigirin an jî vegerin cihên karê xwe heta ku tundûtûjî kêm bibe.
Çend şîrketên hewayî, di nav de Air Canada, United Airlines û Aeromexico, geştên xwe yên ber bi Puerto Vallarta, betal kirin.
Pêla tundûtûjiyê li zêdetirî 6 eyaletan belav bû.
Li eyaleta Jalisco, rayedaran ragihandin ku çekdaran êrîşî baregeheke polîsên leşkerî yên Parastina Neteweyî kirine. Li eyalatê ji turîstan hat xwestin ku li hundir bimînin û veguhestina giştî rawestandin.
Li eyaleta Colima, endamên kartelê ên ku di kamyonetan de rawestiyabûn rê girtin.
Komeke pîşesaziya kamyonan di daxuyaniyekê de got ku ew ji ber tundûtûjiya li ser rêyan "gelek xemgîn" in û pêşniyar kirin ku şofêrên kamyonan heta ku rewş baştir bibe li deverên ewle bimînin.
"Em ê tola Useguera ji dewletê hilînin"
Cîgirê Wezîrê Derve yê DYA'yê Christopher Landau, got ku kuştina Useguera ji bo Dewletên Yekbûyî û Meksîkayê, her weha ji bo Amerîkaya Latîn pêşkeftinek mezin bû.
Di heman demê de, endamekî Kartêla Jalisco New Generation, ji Reuters re got ku ew ê ji bo tolhildana Useguera ranewestin û gefa rijandina xwînê ya bêtir xwar ji bo komên hevrik hewl didin ku kontrola kartala wî bigirin.
Wezareta Parastinê ya Meksîkayê ragihand ku di pevçûneke dijwar de Useguera bi giranî birindar bûye û dema ku bi helîkopterê ber bi bajarê Meksîko ve dihat veguhastin miriye.
Useguera ya 57 salî, efserêke kevin ya polîsan bû û serokê veşartî yê Kartelê Jalisco New Generation ya bihêz bû.
Kartel navê xwe ji eyaleta Jalisco ku navenda wê Guadalajara ye, duyemîn bajarê herî mezin ê Meksîkayê ye digire.
Di demek kurt de, kartelê Jalisco veguherî rêxistinek sûc a navneteweyî ku bi kartelên din yên mezin re kete rikberîyê.
Ev demeke dirêje li Meksîkayê şerê katelên maddeyê hişber û dewletê berdewam dike, heya niha gelek sivîl jî bûn qurbaniyên vê pêvçûnê.
DYA jî ji aliyekî din ve van pêvçûnan gur dike.