Herêmên bi nakok yên Kurdan li ber xeteriya guherîna demografî û Erebkirinê ye.
Ji bo guherîna demografî û Erebkirina navçeyên herêmên bi nakok yên ku Kurd lê dijîn, Hikûmeta niha ya Iraqê hemû hewldanan dike.
Li ser heman mîrateya rejîma Baasê, careke din hikûmeta Îraqê dest bi guhartina demogirafiya herêmên başûrê Kurdistanê kiriye.
Parêzgeha Kerkûk ku di nav sînorên herêmên Kurdî yê Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de ye, piraniya niştecihên wê Kurd in.
Ji bo ku kurd li herêmê ne bin desthilat, Tirkiyê doza Mûsil û Kerkûkê kir
Piştî şerê Îran û Iraqê, di sala 1986'an de rewşa Iraqê ne baş bû, Iraq li ber têkçûn û perçebûnê bû.
Tirkiyê bi tirsa ku Kurd wê li herêmê desthilatiyekê ava bikin û Kerkûk di nav sînorên wê de bimîne, doza Mûsil û Kerkûkê kir.
Di sala 2005'an de dewleta Iraqê bi awayekî fermî bû federasyon û herêmên Kurdî weke dewleta Federal a Kurdistanê ava bû.
Her wiha diviyabû ku mijara Kerkûkê di dawiya sala 2007'an de, bi rêya referandomê çareser bûya.
Hikûmeta Îraqê ji bo ku mijara Kerkûkê nebe referandom hewldan dike
Armanc bû ku Niştecihên Kerkûkê li ser pêşeroja bajêr xwe biryar daba, gelo Kerkûk di nav sînorên Dewleta Federal a Kurdistanê de cih bigire, an jî girêdayî Bexdayê be.
Lê hikûmeta Nûrî el-Malikî ya ku di sala 2006'an de hate ser desthilatê, tu carî ne xwestin ku mijara Kerkûkê bibin referandûmê.
Di sala 2014'an de, gava ku DAÎŞ'ê Mûsil girt û êrîşî Kerkûkê kir, wê demê hêzên leşkerî yên Iraqê ji Kerkûkê vekişiyan û Pêşmerge parastina bajêr hilgirt ser milên xwe.
Gerîla berê xwe dan Kerkûkê û li kêlek Pêşmergeyan şer kirin
Li kêlek wê jî Partiya Karkerê Kurdistanê PKK komek ji gerîlayên xwe şandin Kerkûkê û parastina wê kirin.
Di 17'ê meha cotmehê ya sala 2017'an de Kerkûk bi piştgiriya Îranê û Îraqê ket destê dewleta navendî ya Iraqê.
Li gorî madeya 140 a destûrê; nabe ku li van herêmên ku dikevin çarçoveya madeya 140’î qet biryarek di derbarê wê de bê dayîn.
Gulale yan jî Celewla bajarokeke ya Kurdistanê ye
Yek ji xeteriyên din ew e ku bajarokê Sediye û çend gundên li vê deverê tevlî navçeya Gulale ku ji Başûrê Kurdistanê tê parçekirin bikin û bi Parêzgeha Diyala ve were girêdan.
Roja 31’ê Çileya 2024’an Meclisa Parêzgeha Diyala deng li ser ‘Gulale ya kirina Qeza’ dabû.
Wê demê aliyên Kurdî li dijî vê yekê rabûbûn, li Bexda pêşiya vê girtibûn, lê Hikûmeta Iraqê ev biryar erê kir.
Gulale yan jî Celewla bajarokeke ya Başûrê Kurdistanê ye, dikeve herêmên bi nakok ku herêma Madeya 140’î ye.
Li ser herêmên Kurdan siyaseta erebkirin û êrişên terorî tên kirin
Li gorî serjimêriya beriya çend sala; ji sedî 75’ê welatiyên wê Kurd in.
Piştî sala 2014’an û şûn ve, dîsa di 16’ê cotmeha 2017’an de Kurd neçar bûn ku vê herêmê vala bikin.
Niha jî hejmareke pir kêm Kurd li wê herêmê mane.
Dibe ku ji ber siyaseta Erebkirin û êrişên terorî ev rêje ji sedî 5 derbas neke.
Serokê Desteya Giştî yê navçeyên ku dikevin Madeya 140’î Fehmî Burhan destnîşan kir ku guherîna îdarî ya Celewla ji navçe ji bo qeza ya ji aliyê Bexdayê ve hewldanên guherîna demografî ya beşeke din a Kurdistanê ye.
Her wiha berovajîkirina yasaya madeya 140’î ya destûra Iraqê ye.
Li taxa Newroz hejmara malên Kurdan 120 in
Hêzên Artêşa Iraqê beriya du rojan bi ser malên Kurdan ên li Taxa Newroz ya Parêzgeha Kerkûkê de girtin.
Ew jî bi hênceta ku ev tax malê Wezareta Parastinê ya Iraqê ye, nîşan didin.
Li taxa Newroz; Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn, lê artêşê tenê bi ser Kurdan de girt.
Hejmara malên Kurdan jî 120 in.
Madeya 140 ya destûra Iraqê ji bo çareserkirina herêmên bi nakok hatibû dayîn, diviyabû heta dawiya 2007’an temam bibûna.
Lê piştî 19 salan û şûn de, hê jî ev biryar nehatiye bicihanîn.