Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê êrîş pêk hatin

Şeva borî komên çekdar ên nêzî Îranê, çend caran bi dironan êrîşî ser bajar û navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê kirin. Her wiha li Kerkûk û Mûsilê jî êrîş pêk hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de her ku diçe gurtir dibe.

 

Ev êrîş bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.

 

Duh bi şev li gelek deveran li Başûrê Kurdistanê û Îraqê êrîş pêk hatin.

 

Şeva borî gelek caran bi dironên bombebarkirî êrîş li ser deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

 

Ji cihên ku hatin hedefgirtin, Kampên Azadî û Zewye Spî yên li navçeya Koye ne.

 

Di derbarê ziyanên êrîşê de, ti agahî nehatin belavkirin.

 

Her wiha di saetên dereng de 3 caran bi dironan êrîşî ser Hewlêrê hat kirin, lê diron ji hewa de hatin teqandin.

 

Têkildarî ziyanên wê jî agahî nehatine parvekirin.

 

Yek ji cihên din ku bûn armanca êrîşên dironan, devera bazargeh a Mexmûrê bû ku hêzên Pêşmerge lê ne.

 

Du caran êrîş li ser mala serokê Herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî jî hat kirin.

 

Li aliyê din ji ber zêdebûna êrîşan li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Soran û Koye îro dibistan girtî mane û wek betlane hate ragihandin.

 

 

 

Li Kerkûkê baregehên Heşda Şebî hatin bombebarankirin

 

 

 

Di saetên êvarî de li nava balafirgeha Kerkûkê du êrîşên asmanî li ser fermandariya operasyonên Dîcle yên Bakur û Rojhilat a ser bi Heşda Şeibî ve hatin kirin.

 

Hat gotin ku di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

 

Piştî êrîşê Heşda Şeibî daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku di encama êrîşê de 3 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne.

 

Her wiha çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê jî agahiyên derbarê êrîşa li ser navenda Heşd li balafirgeha Kerkûkê piştrast kir.

 

 

 

Di êrîşa li ser Mûsilê de 2 endamên polîs hatin kuştin

 

 

 

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li bajarê Mûsilê 2 endamên hêzên polîs hatine kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, xaleke "Fuca 1ê ya Hawarçûnê ya Polîsan" a li nêzîkî "Pira Sêyem" a li beşa rastê ya bajarê Mûsilê hatiye hedefgirtin.

 

Wezaretê ragihand ku ev êrîş "ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.”

 

Wezareta Karên Navxwe nasnameyên efser û polîsê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

 

Kesên ku hatine kuştin ev in: " Omer Mehmûd, Fermandarê Fuca 1ê ya Hawarçûnê ya Polîsan û Rafi Ebdulah, karmendê li Bingeha Polîsan a Mûsila Nû."

 

Di heman bûyerê de, 5 karmendên din ên polîs birîndar bûn.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye