Taxên Kurdan ên Helebê bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê xistin.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta henaseya dawî li ber xwe da.
Bi top û tankan êrîşî gelê her du Taxên Kurdan kirin, lê Gel berxwedaniyeke dîrokî raber kir.
300 şervanan li hember 42 hezar çekdaran li ber xwe da
Hêza du Dewletan li hember 300 Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şer kirin.
Her 7 rêyên diçin taxê jî ji aliyê çekdaran ve hatibûn dorpêçkirin.
Li gorî agahiyan 42 Hezar çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di nava wan de endamên DAIŞ`ê hebûn, li jêr navê Artêşa Erebî ya Sûriyê di şerê li dijî van her du taxan de cih girtin.
Firqeyên ku beşdarî vî şerî bûne û li dijî Kurdan Şer kirine ev in:
Firqeya 60 Cebhe EL Şamiya Tirkiyê piştgiriya wê dike
Firqeya 62 Emşat Tirkiyê piştgiriya wê dike.
Firqeya 64 Feyleq Şam, ku bi Tirkiyê û Îxwan Misilmîn ve girêdayî ye
Firqeya 72 Komên cîhadîst ên yekgirtî, Tirkiyê piştgiriya wê dike
Firqeya 76 Hemzat girêdayî Tirkiyê ye
Firqeya 80 Nouredîn Zenkî û el-Mûtesim, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin
Li gorî hatiye belgekirin nêzî 110 Tank, 4 balafirên Bayraktar û 67 balafirên biçek û bêmirov di êrîşê de hatin bikaranîn.
Her wiha bi hejmareke mezin ji Topavêjan ji dûr ve Taxên Kurdan ên Helebê Tobaran kirin.
Hejmareke mezin ji wesayîtên zirxî, roketavêj û Doşka jî di destê komên çekdar de bûn.
Di vî şerî de 6 şervanan çalakiyên Fedayî kirin ji bo ku nekevin destê çekdarên girêdayî Dewleta Tirk.
Di nava wan de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb cih girt.
Du dewletan li hember du Taxên biçûk şer kir.
Tevî hemû êrîşên dijwar ên ku li ser her du taxan dihat meşandin, lê gel û Hêzên Asayişê bi lehengî navên xwe di dîroka gelê xwe de nivîsandin.