Îro li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê Newroza 2026an hat pîrozkirin.
Ji ber rewşa avhewayê Newroz hatibû, bipaşxistin.
Li bajarên weke Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Dirbêsiyê Newroz hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd" hat lidarxistin û banga yekîtiya neteweyî hat kirin.
Di pîrozbahiya Newroza Qamişloyê de, bi hezaran kes beşdarî bibûn, bi coş û kelecaneke mezin pîrozbahî bi dawî bû.
Li Hesekê û Dirbêsiyê di pîrozbahiyên Newrozê de, hate ragihandin ku divê gelê Kurd ji bo mafên xwe yên siyasî û çandî têbikoşe û banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin.
Her wiha pîrozbahiya Newroza Dirbêsiyê jî piştî axaftinan bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.
Di pîrozbahiya Hesekê de, komên muzîkê û hunermend derketin ser dikê, piştre jî bi coşeke mezin û gerandina govendê şahî bi dawî bû.
Di heman demê de li bajarê Amûdê jî şêniyên bajar û gundewarên wê berê xwe da qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar.
Di bernameya Newrozê ya Amûdê de, Koma Agirî, Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Mizgîn, hunermend Sîpan Agirî, hunermend Hemûde û hunermend Bilind, hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiya hemûyan de peyama Rêberê PKK’ê yê ji bo Newrozê hat xwendin. Banga Yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyên gelê Kurd derket pêş.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.