Yisrael Katz: Em ê başûrê Libnanê heta çemê Litanî desteser bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku artêş wê başûrê Libnanê heta Çemê Litanî dagir bike. Her wiha Hizbulahê ev tişt red kir û got em ê axa xwe biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku artêş wê başûrê Libnanê heta Çemê Litanî dagir bike.

 

Ev yekem daxuyaniya bi vî rengî ye ku niyeta Îsraîlê ya kontrolkirina deverên berfireh ên ku bi qasî dehê ji axa Libnanê pêk tînin, eşkere dike.

 

Di civîneke îro ya bi Serokê Erkanê re hatî lidarxistin de, Yisrael Katz got ku artêş wê pirên mayî û herêma ewlehiyê heta Çemê Litanî kontrol bike.

 

Çemê Litanî bi qasî 30 kîlometreyan li bakurê sînorê Îsraîl-Libnanê diherike Deryaya Spî.

 

Hizbullah: Ji bilî parastina axa xwe ti çareyeke din tune ye

 

Di heman demê de Hizbullah got ku ew ê şer bike da ku rê li ber hêzên Îsraîlê bigire ku başûrê Libnanê dagir bikin û gaveke wisa wekî gefeke hebûnî li ser dewleta Libnanê bi nav kir.

 

Endamê parlementoya Libnanê û rayedarekî payebilind ê Hizbullahê Hesen Fadlallah, diyar kir ku her dagirkirina Îsraîlê li başûrê Çemê Litanî wê bi berxwedanê re rû bi rû bimîne.

 

Hesen Fadlallah ji Reuters re got: "Ji bilî rûbirûbûna vê êrîşê û parastina axa xwe, ti çareyeke me tune ye."

 

Artêşa Îsraîlê ji 13ê Adarê ve pênc pirên li ser çem hilweşandine û hilweşandina xaniyan li gundên Libnanê yên nêzîkî sînor zêde kiriye.

 

Cara yekem mûşekeke Îranê li qada hewayî ya Libnanê hate astengkirin

 

Sê çavkaniyên ewlehiyê yên payebilind ên Libnanê ji Reuters re ragihandin ku cara yekem mûşekeke Îranî li ser qada hewayî ya Libnanê hatiye astengkirin.

 

Du çavkaniyan diyar kir ku keştiyeke şer a biyanî ev astengkirin pêk aniye.

 

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê ragihand ku parçeyên mûşekê li ser çend bajarokên bakurê Beyrûtê ketine û bûne sedema birîndarbûna sivik.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye