Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 6’ê Îlona 2018’an de hat îlankirin, ket 8 saliya xwe.
Bi boneya salvegera îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk tê, Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo ji ajansa ANHA re axivî.
Sîham Qeryo pêvajoya ji 2014’an heya 2018’an wekî ezmûneke aktîf di rêgirtina li ber her valahiyeke ewlehî û siyasî de nirxand û got: "Ev ezmûn bi rêya avakirina saziyên parelel a hikumeta navendî bû modela mîsogerkirina istiqrarê û peydakirina xizmetên bingehîn.
Sîham diyar kir ku ezmûna behsa mijarê bûye tova avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku dikare li herêmên din ên Sûriyê were pêkanîn.
Sîham Qeryo: Rêveberiya Xweser xwe di jiyana gel de nîşan dide
Qeryo da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk îro bûye projeyek civakî û siyasî ku vîna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.
Armanca wê ew e ku xizma civakê bike, aramiyê pêk bîne û saziyên rêveberiya herêmî wekî bingehek ji bo avakirina siberoja siyasî ya berfireh û piralî li Sûriyê pêş bixe.
Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di jiyana gel de xwe nîşan dide, di warê bawerî, adet û ziman de.
Her wiha anî ziman ku Rêveberiya Xweser a ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ji gelek pêkhateyan pêk tê û xwe di jiyana rojane de nîşan dide, bi taybet di hêla cihêrengiya çandî û ziman de, her pêkhate nasnameya xwe di çarçoveyek demokratîk de diparêze.
Sîham Qeryo bal kişand ser destkeftiyên jinan di nav vê rêveberiyê de, ku xwedî rolek navendî ne û bi rêjeya sedî 50 di hemû sazî û cihên biryardanê de cihê xwe digirtin.
Sîham Qeryo: Rêveberiya Xweser ji 3 hêlan ve piştgiriyê werdigire
Li gorî Siham Qeryo, îro Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 3 hêlan ve piştgiriyê werdigire.
Piştgiriya leşkerî ji hêla hevpeymaniya navneteweyî, piştgiriya mirovî ji hêla rêxistinên navneteweyî û herêmî, ku alîkariyên mirovî ji bo deverên hewcedar peyda dikin, û piştgiriya siyasî ji hêla Almanya, Amerîka û Fransayê ve, di çarçoveya danûstandin û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re digrin.