Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêzên Asayîşê êrîşên Hikûmeta Veguhêz têk birin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên hêzên Hikumeta Veguhêz têk birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li ser şer û pevçûnên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, hêzên Hikûmeta Veguhêz ji eniyên Celaa, Benda Cizîrê û Nexweşxaneya Yûnanî ve êriş kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku bersiva êrişan hate dayîn û êrişên wan hat têkbirin.

Hate destnîşankirin ku li derdora çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Şîhan jî êriş têne kirin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan berisva êrişan didin.

Her wekî din jî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tekez kirin ku ew dikarin bersiva êrişan bidin û her du taxan biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye