Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban yên navçeya Til Hemîsê bi hev re kom bûn, da ku pêşwaziyê li peyama Rêber Abdullah Ocalan bikin, ku gihiştiye ber destê wan.
Şêxê Qebîleya Tey diyar kir ku dewleta Tirk hewl daye nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de derxîne û wiha axivî: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî û yekrêziya Sûriyê ye."
Şêx Newaf: Peyama Ocalan banga aştî û yekîtiyê ye
Şêx Newaf Ferhan Ebdurehman ji Ajansa Hawarê re got: “Nameya Rêbertî banga xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî ye.
Em vê nameyê bi dilekî fireh pêşwazî dikin û em ê li ser yekrêziya Sûriyê bixebitin.”
Ebdurehman anî ziman ku dewleta Tirk hewl da ku şoreşa Sûriyê vegerîne şerekî neteweyî û bêhêz û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de derxe.
Lê ew bi ser neket û wiha lê zêde kir:`Ereb û Kurd bi sed salan bi hev re jiyan kirine û tu carî nakokiyên neteweyî di navbera wan de derneketine û yê ku hewl didin nakokiyan di navbera wan de derxînin, ew li gorî berjewendiyên derve kar dikin.’
"Em nakokiyan napejirînin, em welatekî ewle û yekgirtî dixwazin"
Şêx Newaf jî peyamek şand û tê de bal kişand ser wan kes û aliyên ku hewl didin nakokiyên neteweyî, olî û civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin û got: “Em qebûl nakin nakokî derkevin û em ê bi hev re li dijî her kesê ku dixwaze ewlehî û aramiya vî welatî têk bibe, bisekinin.
Ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan bang li AMNESTY hat kirin
Di dawiya axaftina xwe de, Şêx Newaf bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi taybetî AMNESTY International kir ku ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û hemî girtiyên siyasî û şervanên azadiyê destwerdanê bikin.