Li bajarê Hesekê, Derbêsiyê, Kobanê, Dêrîk û Girkê Legê saet 6 xwepêşandan ji bo berdana dîlgirtiyên QSD`ê tê lidarxistin.
Malbat û xizmên dîlgirtiyan bang li aliyan dikin ku zarokên wan berdin û li gor peymanê tev bigerin.
Li bajarê Qamişlo jî di 6:30 xelk daketin qadan.
Her wiha li bajarê Amûdê di saet 8:30 de wê dakevin qadan.
Li gorî hevpeymana îzmekirî ya di navbera fermandarê QSD û serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, pêwîst bû hemû dîlgirtî bihatana berdan, lê heta niha jî ev prosedûr pêk nehatiye.