Li gorî ajansa Rojnewsˊê, di saetên êvarî de Îranê sînorê Gundê Qelender Awa ya ser bi bajarokê Germik a girêdayî navçeya Pênciwên a Parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.
Hate destnîşankirin ku herêm 3 caran hatiye bombekirin.
Baregeha Heşdî Şebî hate hedef girtin
Hêzên Amarîka-Îsraîl li dijî baregeha Heşdî Şebî ya li sînorê navçeya Qaîm ya bajarê Enbar a dikeve rojavayê Iraqê êrişeke hewayî pêk anî.
Li gorî agahiyên destpêkê ji Lîwaya 45`an 5 kes birîndar bûne.
Balafirgeha Navneteweyî ya Îraqê hat bombebarankirin
Li aliyê din Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hate bombekirin û bi taybet nêzkî Kampa Vîktorya ku leşkerên Amerîka tê de ye û Baregeha Dijeteror a Îraqê jî li wê derê ye.