Newroz, wê îsal bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" li gelek bajaran bi rengekî girseyî bê pîrozkirin.
Rakirina tecrîda li ser Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên li ser çareseriya aştiyane û demokratîk wê di pîrozbahiyan de derkevin pêş.
Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin û tê payin ku bi tevlîbûneke xurt, Newroz bê pîrozkirin.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç bi bîr xist ku Newroza 2026'an, di bin siya bûyerên li Rojhilata Navîn de tê pêşwazîkirin û anî ziman ku Kurdistan navenda şerê herêmî ye.
Mehmet Kamaç, ragihand ku Newroz ji ber vê sedemê ji bo Kurdan divê bibe "Newroza azadî, demokrasî û yekîtiya neteweyî."
'Berxwedana li Rojava ruhê yekîtiya neteweyî afirand'
Kamaç, anî ziman ku êrîşên li ser Rojava hesta yekîtiyê û piştevaniyê ya xurt a navbera gelê Kurd afirand û Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê di vê pêvajoyê de helwesteke hevpar nîşan dan.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, got:
"Eger gelê Kurd bi ruhê yekîtiyê tevnegeriya bûya, dibe ku planên li ser tinekirina Kurdan, li ser bêîradekirin û înkarkirina Kurdan bi ser ketibûya.
Lê belê Kurdan bi ruhê yekîtiyê li ber xwe dan û ev plan pûç kirin.
Ji ber vê yekê jî Newroza 2026'an, ji bo Kurdan wê bibe Newroza azadî û yekîtiya neteweyî."
Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e, di ehman demê de sembola têkoşîna azadî û berxwedanê ye.
Lewma li dijî zilmê, yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan mecbûriyeteke dîrokî ye.