Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî geşedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya peywendiyeke telefonî tekezî li ser parastina aştî û aramiya herêmê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya telefonê axivîn.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî peywendiya telefonî ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re, daxuyaniyek weşand.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê wiha got:

"Wan geşedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirine."

Di daxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wan li ser girîngiya kêmkirina asta geşedanan û parastina aştî û aramiyê tekez kirin.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku, wan têkiliyên Îranê bi Îraq, Herêma Başûrê Kurdistanê û çend mijarên girîng yên hevbeş jî re nîqaş kirine.

Di heman demê de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser kanala xwe ya fermî ya Telegramê peywendiya telefonî piştrast kir û got ku wî geşedanên li Rojhilata Navîn bi Barzanî re nîqaş kiriye.

Ev peywendiya telefonî di demekê de tê ku rojane Herêma Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tê.

Ji ber van bombebaranên Îranê û komên girêdayî wê, heta niha 20 Pêşrmege û welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye