Ev çend roj in komên çekdar ên Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li derdora bajarokê Dêr Hafir ê gundewarê Helebê hewl didin agirbestê têk bibin.
Her wiha li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî di tevgerê de ne.
Li Taxa Şêxmeqsûd 2 endamên Asayişê birîndar bûn
Duh jî Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi balafireke bêmirov a xwekuj li dijî xaleke ewlekariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êrîş pêk anî.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa ku pêk hat de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.
QSD`ê ji bo rewşa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêr Hafirê daxuyanî da
Di derbarê tevgera grûpên Hêzên Hikûmeta Veguhêz de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku kiryarên wiha, peymana di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de ya 1'ê Nîsanê têk dibin û ji aliyê şêniyên her du taxan ve cihê şermezarkirinê ne.
QSD: Eger tevger bidome em ê bersivê bidin
QSD'ê di daxuyaniyê de, bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê kir ku wan koman kontrol bike û pêşî li hewldanên têkbirina peyman û lihevkirinan bigire.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku eger ev tevger bidomin hêzên QSD'ê dê di çarçoveya parastina rewa de, bersivê bidin.
Li van her dû taxên bajarê Helebê, bi sedan hezar kes jiyana xwe dibin serî û hêzên Asayişê jî ewlehiya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd diparêzin.