Piştî peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD`ê de, ji bo entegrekirina saziyên perwerdeyê niha çav li ser gavan e.
Gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê difikirie, gelo pejirandina bawernameyan û rewşa xebatkarên perwerdeyê wê çawa be?
Li ser vê mijarê Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Hesekê Ednan Berî axivî.
Ednan Berî diyar kir ku di beşa perwerde û fêrkirinê de mekanîzmaya entegrasyonê li gorî 2 baskan e û wiha got:
“Baskê yekemîn girêdayî forma materyalê û zimanê wê ye.
Baskê din ê îdarî jî wê beşek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya sazûmaniya Wezareta Perwerdeyê be.
Qonaxa yekemîn bi awayekî baş û erênî bi dawî bû.
Di qonaxa duyemîn de jî me gelek rêveberî entegre kirin.
Piştî bidawîbûna entegrekirina rêveberiyên perwerdeyê, em ê dest bi qonaxa dawîn a aliyê îdarî bikin.
Piştî entegreyê hejmara mamosteyan gihîştiye nêzî 33 hezaran.”
"Wê ezmûn li 6 herêmên parêzgeha Hesekê bin"
Têkildarî mijara amadekariyên ji bo ezmûnan Ednan Berî ev agahî da.
Par, ezmûn tenê li Hesekê û Qamişloyê bûn, lê îsal dê li Hesekê, Qamişlo, Şedadê, Til Koçer, Dêrik û Serê Kaniyê, yan ku li 6 herêman bin.
Lê ezmûnên amadehî dê li 4 herêman bin, li Hesekê, Qamişlo, Şedadê û Serê Kaniyê.
Her wiha li Hesekê û Qamişloyê jî ezmûnên Wezareta Perwerdeyê û ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser dê di bin çavdêriya Wezareta Perwerdeyê de werin kirin.
"Wê di navlêkirina hin dibistanan de guhertin çêbibe"
Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Hesekê Ednan Berî herî dawiyê bal kişand ser entegrekirina mamosteyan û guhertina navên dibistanan û wiha bi dawî kir:
Li gorî qanûn û rêxistinên ku hatine pejirandin, wê her mamoste li gorî bawername, pisporî û xebata xwe ya di salên borî de kar bike.
Her wiha dê di navlêkirina hin dibistanan de guhertin çêbibe.
Dê navên pêşengên ji hemû pêkhateyan di navên dibistanan de werin pejirandin.