Ajansa Ixbariyê ya Sûriyê ragihand ku Tom Barrack û Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê civiyan.
Di civînê de, Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî jî amade bû.
Di civînê de, aliyan rewşa dawîn a Sûriyê û herêmê nîqaş kir.
Her wiha aliyan li ser pêşxistina hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de li hev kirin.