Xwendekarên Siwêdayê û malbatên wan li dijî biryara Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ya veguhastina navendên ezmûnên dibistanên giştî bo derveyî parêzgehê, xwepêşandanek li dar xist.
Di xwepêşandanê de, xwendekaran diyar kir ku ji ber şert û mercên jiyanê, veguhastina ezmûnan, barê wan girantir dike.
Li gorî biryara Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nêzî 13 hezar xwendekarên Siwêdayê neçar dimînin ku ezmûnên xwe li derveyî parêzgehê pêk bînin.
Xwepêşanderan bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û UNESCOyê kir, ku bi lez destwerdanê bikin û bêyî zext û destwerdana siyasî, ezmûnan vegerînin Siwêdayê.