Danûstandinên nerasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê de gihîştin qonaxeke nû û girîng.
Her du şandeyên teknîkî li bajarê Romayê civiyan da ku li ser hûrgiliyên cîbîcikina rêkeftina çarçove ya ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatibû pêşniyarkirin, gotûbêjan bikin.
Ev gera heftemîn wekî yek ji rûniştinên herî hesas tê nirxandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine girtin, rojeva sereke ya civînê li ser du xalên bingehîn ava bûye: Ya yekem, diyarkirina nexşerêya vekişîna artêşa Îsraîlê ji herêmên li ser sînor e.
Ya duyem û ya herî girîng jî, avakirina mekanîzmayeke fermî ye jibo radestkirina çek û cebilxaneyên Hezbullahê jibo artêşa nîştimanî ya Lubnanê.
Çavdêr destnîşan dikin ku serkeftina van danûstandinan girêdayî lihevkirina li ser hûrgiliyên teknîkî û ewlehiyê ye, ku dikare bibe pêngaveke mezin jibo aramiyeke demdirêj li herêmê.
Her du alî jî di bin zexta navdewletî de ne da ku bigihîjin encameke berçav.