Li çend navçeyên Tirkiyeyê agir bi daristanan ket

Li çend navçeyên Tirkiyeyê û bi taybetî li Aydin, Îzmîr û Balikesîre şewatên daristanan derketin, bi taybet li qada darên zeytûnê a li ser riya Soke û Aydin a li herêma Argavli.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber xurtbûna ba, agir pêl bi pêl belav bû û gelek tîmên agirkujiyê hatin sewqkirin.

Li navçeya Aydin a li herêma Argavli, şewatên li qadên zeytûnan derketin, tîmên agirkujiyê yên hewayî û bejayî hatin şandin.

Li Taxa Kûşçûlar a Ûrla ya Îzmîrê, duh bi şevê tîmên agirkujiyê yên bejahî mudaxelel kirin û agir hat kontrolkirin, lê xebatên sarkirinê berdewam in.

Li navçeya Gonen a Balikesîrê Şewat bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê hate vemirandin, her wiha xebatên sarkirinê berdewam in.

Lêkolîn li ser sedemên şewatê dest pê kirine lê heya niha sedem nehatiye naskirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24