Sazî û dezgehên ziman û çanda Kurdî, li dijî polîtîkayên pişaftin û êrîşên ser zimanê Kurdî, gelek çalakî meşandine ji ber ku hebûn û azadiya zimanê Kurdî li cem Kurdan xeta sore.
Dilbahar: Hebûn û azadiya Zimanê Kurdî xeta sor e
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar anî ziman ku divê statûya zimanê Kurdî were naskirin.Li cem Kurdan, hebûn û azadiya zimanê Kurdî xeta sore.
Di pêvajoya nû de Zimanê Kurdî cih digire
Her wiha Dilbahar diyar kir ku dema em behsa Aştî û Civaka Demokratîk dikin, bê guman zimanê Kurdî jî mijara herî girîng e. Heta ku zext , înkar li ser zimanê Kurdî bi dawî nebin, em nikarin behsa aştiyê bikin.
Di heman demê de, ger mirov nikaribin li her deverê bi azadî bi zimanên xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin, em nikarin li wir behsa aştiyê bikin.
Dilbihar pişterast kir ku heta hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî neyên rakirin, ne mimkûn e ku em aştiyê bikin û aştiyeke bi rûmet bi dest bixin. Ji ber vê yekê, divê ziman, çand û hunera Kurdî û nirxên gelê Kurd werin rojeva Pêvajoya Aştiyê.
Daxwaz tê kirin Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe fermî
Dilbahar destnîşan kir ku divê ziman,wêje û hunera Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdehiyê û got:"Ev mafê herî xwezayî yên gelê Kurd e. Divê Kurdî jî wekî zimanê Erebî, Farisî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî, Fransî û Spanyayî xwedî azadî û serxwebûna wekhev be."
Lazime ku hemû parlementer fêrî Kurdî bibin
Dilbahar ragihand ku ew ji bo rakirina astengiyên li pêşiya hemû zimanan parêzvaniyê dikin û wiha axivî: "Em Kurdî û zimanên din ên qedexekirî diparêzin. Ji ber vê yekê me di 15'ê Gulanê de gelek çalakî û bername li dar xistin.
Divê hemû parlamenterên me, hem Tirk û hem jî Kurd, Kurdî fêr bibin. Fêrbûna Kurdî ne tenê berpirsiyarî û mafê gelê Kurd e. Divê hemû saziyên me zimanê Kurdî biparêzin û ji bo pêşxistina wê kar bikin."