Li Silêmaniyê di 6 mehan de 347 kes bi penceşêra pêsîrê ketine

Pisporê Nexweşiya Pençeşêra Pêsîran Dr.Jiyan Xusro têkildarî pêşktina vê nexweşiyê li Silêmaniyê axivî. Jiyan Xusro da zanîn ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Silêmaniyê 347 kes Pençeşêra Pêsîrê ketine. Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (World Health Organization) salane li seranserê cîhanê 2.3 milyon kes bi nexweşiya Penceşêra Pêsîrê dikevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Penceşêr, nexweşiyek tirsnak û girane ku salane gelek kes li cîhanê bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Xwedî gelek cureyane ku li tevahiya beşên laş de îhtîmala careke din vegera wî heye.

 

Yek ji wan jî nexweşiya Penceşêra Pêsîrê. Ji sala 1985’an ve meha Cotmehê di cîhanê de weke Meha Hişyariya Penceşêra Pêsîrê û 15’yê Cotmehê jî weke Roja Hişyariya Penceşêra Pêsîrê tê zanîn.

 

Dr. Jiyan Xusro diyar kir ku her jinek ku temenê 35 salî derbazkirî, divê salê carekê testa xwe çêbike û mamografi an jî ultrasonê bigire.

 

Jiyan Xusro bal kişand ser dermanên ku ji bo rêgirtina  ducaniyê têne xwarin, ducaniya temenê mezin de, zû adet bûyîn, qelewbûn û hebûna kîsê li ser rehmê, dibin sedemên nexweşiya penceşêra pêsîran.

 

 

Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (World Health Organization) salane li seranserê cîhanê 2.3 milyon kes bi nexweşiya Penceşêra Pêsîrê dikevin.

 

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Silêmaniyê 347 kes teşîsa Penceşêra Pêsîrê lê hatine qeydkirin.

 

Pispora Penceşêra Pêsîr Dr. Jiyan Xusro têkildarî vê nexweşiyê wiha got: “Jin bêhtir bi nexweşiya Penceşêra Pêsîrê dikevin ku penceşêra herî zêde belav dibe ye.

 

"Mêr jî bi nexweşiya penceşêra pêsîrê dikevin"

 

Di derbarê kêmkirina îhtîmala Penceşêra Pêsîr de, Dr. Jiyan Xusro wiha anî ziman ku ger di pêsîrê de xwîn û av jê were, ger di dest dana pêsîrê de girêkek bikeve bin dest, çi di bin pêsîrê de be çi jî di bin milê de be, di zûtirîn dem de divê serdana pisporekî bikin.”

 

Dr. Jiyan Xusro di dawiyê de agahiyeke nû da û dazanîn ku mêr jî bi nexweşiya penceşêra pêsîrê dikevin, lê li gorî jinan ev rêje kêmtir e.

 

Di mêran de ji ber xwarina bi lez, madeyên enerjiyê, cixare kêşan, alkol, kêmbûna werzîşê û jîngeha qirêj, rîska nexweşiya Penceşêra Pêsîrê zêde dike.

 

Niha li Kurdistanê çareseriya Penceşêra Pêsîrê heye. Wek; dermankirina kîmyawî, biyolojî û neştergerî ku dikare bi neştergeriyê girêya heyî were rakirin.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24