Iraq: Em ê heta serê salê Iraqiyên li kampa Holê mane vegerînin

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê Elî Cehangîr, ragihand ku wezaret plan dike ku heta sersalê hemû Iraqiyên li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cehangîr da xuyakirin ku vegera van malbatan pêvajoyek tevlihev û got:

“Ji ber ku hin malbatên DAIŞ'ê yên ku hîn jî di bin gumanê de ne, red dikin ku vegerin.”

Wezaretê diyar kir ku di meha Îlonê de jî, wê li New Yorkê konferansek were lidarxistin da ku li ser mijara Kampa Holê nîqaş bikin.

Her wiha wê vîzyonek ji bo mekanîzmaya vegerandina hemî malbatên Iraqî ji Kampa Holê pêşkêş bikin.

Vegerandina malbatên Iraqî ji Kampa Holê di sala 2021'an de dest pê kir, ji wê demê ve û heta tebaxa borî, 29 karwan ji kampê derketine.

Kampa Hol bi qasî 27 hezar kes dihewîne, di nav de 15 hezar Sûrî û 5 hezar Iraqî ne, yên mayî jî ji 42 welatên cûda ne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24