Li jîngehên Şemzînanê şewat nayê kontrol kirin

LI Daristanên Gundên Sirinus û Derya yên Navçeya Şemzînan girêdayî Colemêrgê Şewata ji duh ve destpêkirî ji ber erdê asê û kêm derfetî her diçe berfereh dibe. Şewata li jîngehên herêma Şemzînê derketî tenê bi rêya bejahî tê mudahelekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tîmên rêveberiya daristanan a heremî û helîkopterek her çiqesî hewl didin agir vemirîne ji ber hewayê zêde yê germ û bayê bi lez şewat nayê kontrol kirin.

Karmendekî AFAD`ê diyar kir ku agir li qadeke zêdetirî 80 donim erd belav bûye û di xebatên vemirandinê de, Midûriyeta Daristanan a Şemzînanê, AFAD û gundî beşdar bûne.

Wesayîtên agirkujiyê ji ber şert û mercên erdê nikarin mudaxele bikin. Dema ku ekîb û gundî bi derfetên xwe yên heyî jî mudaxele dikin ji bo vemirandina agir têre nake.

Karmendên Daîreya Daristanan hewl didin ku xêzekê paqij bikin, Agir ji beşa jêrîn a gund ber bi jor ve diçe. Hewildanên vemirandina agir li nêzîkî gund ji bo pêşîgirtina li zirara li malan berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye