Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û çend wezîr û berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, rêbazên baştirkirina hevkariya di navbera rayedarên navendî û herêmî de û çalakkirina saziyan nîqaş kirin. Her wiha li ser entegrekirina karmendan a di nav rêveberiyê de û mijarên rêxistinî û îdarî yên têkildarî kar û rêbazên baştirkirina kargeriya saziyên li Hesekê, nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya rêzecivînên fermî de yên ji bo şopandina rewşa xizmetguzarî û îdarî yên li Parêzgeha Hesekê, parêzgar Nûredîn Ehmed di 2 rojên borî de li Şamê bi wezîr û berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re civîn li dar xistin.

 

Di civînan de, xurtkirina hevkariya di navbera saziyên navendî û herêmî de û pêşxistina xizmetên bingehîn hatin gotûbêjkirin.

 

Ehmed, bi Wezîra Kar û Barên Civakî û Kar a Hikûmetê, Hind Qebawat re li ser girîngiya pêşxistina hevkariya di navbera saziyên têkildar de û zêdekirina hewldanên hevkariyê di navbera saziyên cuda de nîqaş kir.

 

Her du aliyan entegrekirina karmendan a di nav rêveberiyê de û mijarên rêxistinî û îdarî yên têkildarî kar û rêbazên baştirkirina kargeriya saziyên li Hesekê, nîqaş kirin.

 

Her wiha Parêzgar bi rêveberê giştî yê Saziya Postayê ya Sûriyê Îmadeddîn Hemed re civiya û xebatên Ofîsa Postayê ya Hesekê û xizmetên wê nirxandin.

 

Parêzgarê Hesekê, bi Wezîrê Darayî Mihemed Yasir Berniyê re jî çalakkirina xizmetên darayî û piştgiriya aramî û pêşketinê nîqaş kir.

 

Di hevdîtinê de, mijara ji nû ve vekirina rêveberiyên darayî li Hesekê û ji nû ve çalakkirina xebatên şaxên bankên dewletê, bi taybetî Banka Çandiniyê, hat nirxandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye