Nergîs Mihemedî raportek li dijî zulmdariya Îranê ji NY re şand

Parêzvana mafê mirovan û xwediya xelata Nobelê ya aştiyê Nergîs Mihemedî, raportora Taybet ji Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato re şand. Armanca raporê têkoşîna li dijî cezakirina mamoste û çalakvanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê her tim bi zulmdariya xwe navdar e, li dijî gelên Îranê tundiyê pêk tîne û azadiyê diçewsîne.

Nergîs Mihemedî diyar kir ku ev zexta li ser mamosteyan, ji dema avakirina komara Îslamê heta niha didome.

 

Li Îranê 300 mamoste, çalakvan û xwendekar di bin xeteriyê de ne

 

Piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî, bi sedan mamoste û aktivîst hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gorî rayedarên Perwerdeya Netewî, zêdeyî 300 mamoste, çalakvan û xwendekarên zanîngehê di bin xeteriya  ku ji erkê xwe werin dûrxistin de ne.

Mihemedî, dest nîşan kir ku Îran dixwaze tundiyê û bêdengkirina deng li ser mamosteyan bimeşîne, lewma cezayên mîna surgun, durxistina mamostayan ji kar û teqawidbûna bi darê zorê, bi kar tîne.

 

Îran ji serhildaneke nû ya gel ditirse

 

Nergîs Mihemedî da zanîn ku boneya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêz dibe û Komara Îslamê ji serhildaneke nû ya gel ditirse.

Di raporê de, ji hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî hat xwestin ku piştgiriyê bidin mamoste û çalakvanan û ji UNESCO û Rêxistina Navneteweyî ya Kedê jî, hat xwestin ku rê li ber beşdarbûna berpirsên Wezareta Perwerde û Kedê ya Îranê di civînan de bigirin.

 

"Divê NY zextê li Îranê bike da ku cezayan rake"

 

Di dawiya raportê de, Nergîs Mihemedî got:"Erkê rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ye ku zextê li Komara Îslamî bikin, da ku cezayên ku li ser mamosteyên li Kurdistanê hatine sepandin rake."

Di dawiya Tebaxê de, Lijneya Îtîrazên Sûcên Îdarî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, teqawidbûna mecbûrî, ji kar derxistin, sekinandin û sirgûnkirina 14 endamên meclîsên rêveberiyê yên sendîkayên mamosteyan li Sinî, Sakiz û Dîwandirî pejirand.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24