Operasyona mirovî û ewlehiyê bi dawî bû: 11 DAIŞ’î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku ‘Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li Kampa Holê’ dabûn destpêkirin bi dawî kir û di encama operasyonê de 11 çeteyên DAIŞê hatin girtin. Navendê diyar kir ku wê têkoşîna wan a li dijî terorê û dawîkirina vejandina DAIŞ’ê û parastina sivîlan dewam bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

‘Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li Kampa Holê’ ku di 5'ê îlonê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe weşandî ragihandin ku wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê’ bi dawî kir.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku encamên ji operasyonê hatine girtin ev in:

– Torên terorîs yên di nava kampê de kar dikin hatin girtin û tinekirin.

 

– 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

 

– Hewldanên saziyên xizmetguzarî û mirovî dikin hedef hatin têkbirin.

 

– Li dijî stargehên terorîstan ên ku li cihên taybet êrişan pilan dikin operasyonên taybet hatin kirin. Bi van operasyonan şaneyên terorîst yên li nav û derdorî kampê hatin sînordarkirin.

 

Her wiha hate diyarkirin ku ev operasyon ji bo hevgirtina bi rêxistinê mirovî re, mîsogerkirina xebatên hevpar yên bi wan re û bi ewle yên li nava kampê.

Dîsa avakirina hewirdoreke aramtir ji bo penaberên li nava kampê.

Daxuyanî wiha bi dawî bû:"Em piştrast dikin ku şerê me yê li dijî terorê wê her berdewam bin û parastina sivîlan û misogerkirina pêdiviyên wan yên mirovî dê heya ku hemû hewldanên vejandina DAIŞ’ê û îdeolojiya wê ya tundrew ji holê neyên rakirin, dê pêşîniyên me yên sereke bin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24