Ozel: Qeyum encax şeş rojan dikare li ser kar bimîne

Piştî biryara betalkirina kongreya Stenbolê ya CHP çav hemû zivirîn li ser doza betalkirina kongreya giştî ya CHP. Serokê CHP'ê Ozgur Ozel bi daxuyaniyekî diyar kir ku dê 21'ê Îlonê kongreya xwe ya awerte li dar bixin û got: "Heke qayyum were erkdarkirin jî encax şeş rojan dikare li ser kar bimîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yek jî rojeva sereke ya li Tirkiyê operesyona desthilatê ya li dijî CHPê ye.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel li navenda partiya xwe têkildarî mijarê pirsên rojnemevanan bersivand.

Ozel dest nîşan kir ku wê di 21'ê Îlonê kongreya xwe ya awerte li dar bixin û got:

"Ez wisa nafikirim, lê heke di 15'ê Îlonê de ji bo serokatiya partiyê qeyyum bê erkdarkirin jî encax dikare şeş rojan li ser kar bimîne. Lewre vê pêvajoyê serokê partiyê jî nikare rawestîne."

Ozel da diyar kirin ku delegeyên ji seranserê Tirkiyê bi temamkirina îmzeyan, bi rêya noterê daxwaza ji nû ve hilbijartinê kirine.

Ozel da zanîn ku endamên Komîteya Rêveberiya Navendî, endamên desteya dîsîplînê ya bilind û gelek delege di vê pêvajoyê de cih girtine.

Ji bo kongreya Stenbolê ya hatiye betal kirin jî Ozel eşkere kir ku delegeyên hatine hilbijartin ku ji aliyê dadgehê ve delegetiya wan nehatiye betalkirin ji bo nûkirina kongreya Stenbolê îradeya xwe nîşan dane.

Ozel herî dawî bal kişand li ser biryara YSK ya derbarê kongreyên bajar û navçeyan jî û got ku piştî ev pêvajo jî biqede dê serdemê li pey xwe bihêlin û niqaşên tên meşandin êdî nemîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24