Îranê hişyariya valakirinê ya çend tesîsên Petrolê yên li Kendavê da

Medyaya dewletê roja Çarşemê ragihand ku Îranê hişyarî daye çend tesîsên petrolê yên li Erebistana Siûdiyê, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Qeterê ku ew ê di saetên pêş de, bibin armanca êrîşên asmanî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hişyarî parzûngeha SAMREF û navenda petrokimyayî ya Cubail li Erebistana Siûdiyê, zeviya gazê ya li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, û navenda petrokimyayî ya Mesaieed, Şîrketa Holding a Mesaieed û parzûngeha Ras Laffan li Qeterê, di nava xwe de, dihewîne.

 

Di hişyariyê de wiha hat gotin, "Ev cih bûne hedefên rasterast û rewa, û di demjimêrên pêş de dê bên derb kirin.

Ji ber vê yekê, ji hemû welatiyan, niştecih û karmendan tê xwestin ku tavilê van deveran biterikînin."

 

Ev hişyarî demek kurt piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên Îranê li zeviya Parsa Başûr û herêma Asalûyehê hat dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye