Li gorî agahiyan, beriya demeke kurt Supayê Pasdaran ê Îranê, bi dronan êrîşî kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê ya li nêzîkî bajarokê Koye yê ser bi parêzgeha Hewlêrê de kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku duh şev jî çend caran bi dronan êrîşî cihên niştecihbûna malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê û nava bajarokê Koye, hat kirin.
Di encama êrîşên ji destpêka şer heta niha ve, 7 Pêşmergeyên partiyên Rojhilat û karmendên balafirgeha Hewlêrê, jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqî: Êrîş ji aliyê Hizbulah û Tevgera Nuceba ve tên kirin
Li alîyekî din jî, Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqî ragihand ku aliyên ku bi dron û mûşekan êrîş dikin têne zanîn û her gava ku hewl tê dayîn ku ew werin girtin, zext li wan tê kirin ku neyên şopandin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqî, agahî li ser aliyên ku bi dronan êrîşî Îraqê dikin, belav kir.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqî ragihandin ku, ketîbeyên Hizbulah û Tevgera Nuceba bi navên cuda êrîş dikin û du hêz di êrîşên xwe de teknîkên cûr bi cûr bikar tînin.
Her wih çavkaniya ewlehiyê eşkere kir ku, her gava ku hewl tê dayîn ku ew bên girtin, zext li ser dezgehên ewlehiyê tê kirin ku ji bo şopandin û girtina wan tu hewldanê nekin.
Çavkaniyan wiha gotin: "Di demên dawiyê de, çend gumanbar li ser êrîşên li ser Baregeha Victoriayê hatine girtin, di nav wan de polîseke federal ê payebilind jî heye.