Wezareta Darayî ya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê 2`ê Hezîranê ji dezgehên xwe yên fermî re biryarek şand ku kêmkirina mûçeyê ji bo teqawidbûnê daxîne %10 û di 10 salên borî de jî %3 zêdetir ji mûçeyan dê were kêmkirin.
Kesên ku teqawid bûne, dê di nav sê salan de bo karmendan û di nav pênc salan de jî bo teqawidan wê were wergirtin.
Rojnews li ser vê mijarê bi hejmarek karmendan re hevpeyvîn çêkir ka di 10 salên borî de çend mûçeyên wan ji aliyê hikûmetê ve hatine birîn.
Karmendên herêmê: Hikûmet neheqiyê û zilmê li me dike
Karmandên ku hevpeyvîn pêre hatiye çêkirin anîn ziman ku, ev neheqiyeke mezin e û hikumeta herêmê dixwaze bi vê zilmê tedbîrên qanûnî bixe meriyetê.
Karmendan bang li çavderiya darayî,dozgeriya giştî û lijneya gendeliyê kir û gotin:
``Werin ser xetê û çareseriyekê ji vê zilmê re bibînin.``
Neberd Kerîm: Hikumeta herêmê çi li pereyên karmendan kiriye
Pisporê Darayî û Bankayê Mamostayê Zanîngehê Prof. Dr. Neberd Kerîm di derbarê mijarê de axivî û got:
``Hikumeta Herêma Kurdistanê bi salane teqawidiya karmendan vedigerîne. Lê kes nizane hikumetê çi li wan pereyan kiriye.
Niha Hikumeta Iraqê pabend kiriye ku Hikumeta Herêma Kurdistanê pereyên teqawidiyê yê salên 2014-2024’ê ji Bexdayê re vegerîne.
Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ev ferzkirina Bexdayê li ser karmendên xwe ferz kiriye.``
Prof. Dr. Neberd Kerîm di berdewamiya axaftinên xwe de got: Ev biryar zilme ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di sala 2014’an de pabendê qanûna teqawidiyê nebûye.
Wê demê mirov dikare bipirse, gelo ew pereyên berê ji karmendan standiye çi lê kiriye ?``
Eger Hikumeta Herêma Kurdistanê vê biryarê betal neke û li ser bicîkirina wê israr bike, karmendên Herêmê dikarin li Dadgeha Federal dozê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin.
Çoman Mihemed: Gava hikumetê kêmasiyek qanûnî û îdarî ye
Pisporê qanûnê Çoman Mihemed di vê derbarê de wiha got:
``Biryara Dadgeha Federal a ji bo bicihanîna qanûna teqawidiya yekgirtî ya Iraqê û biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bicihanîna qanûnê behsa vegerîna berê nake.
Ev gava hikumetê kêmasiyek qanûni û îdarî ye û nikare li ser demboriyê were ferzkirin.``