Berdevkê AKP'ê: Li sûriyê yek artêş mafê her kesî diparêze

Li ser pevçûnên li Helebê diqewimin ji aliyê Tirkiyê ve li du hev daxuyanî tên. Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk ragihand ku aştiya navxwe û yekparçeya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser pevçûnên li Helebê diqewimin, li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek belav kir.

Çelîk îddia kir ku li Sûriyê prensîba 'yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' çarçoveyek e ku maf û paşeroja her kesî diparêze."

"Hebûna du artêşan an jî komên çekdar ên li derveyî dewletê tenê dikeve xizmeta navendên hêzên xirab.

Li Sûriyê paşeroja birayên me yên Tirkmen, Ereb, Kurd û hemûyên din li heman alî dinêre.

Karê kesên ku berê xwe didin aliyên din, tenê suîqesta li dijî paşeroja hevpar e."

"Kesên çekan Hildigrin Xizmeta Navendên Hêzên Biyanî Dikin"

Berdevkê AK Partiyê her wiha anî ziman ku aştiya rasteqîn di nav Sûriyeke yekgirtî de ye .

 "Eşkere ye kesên ku li dijî prensîba 'yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' çekan hildigirin, xizmeta navendên hêzên biyanî dikin.

Nabe projeyên terorê yên ku xizmeta emperyalîzmê dikin bi hinek têgeh û makyajên siyasî werin veşartin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye