Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêr Hafirê 7sivîl qetil kirin

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li gundewarên Dêr Hafirê komkujiyek pêkanîn û 7sivîlan jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku Balafireke bêmirov a çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bendeke QSD`ê li herêma Dêr Hafirê bombebaran kir û Hêzên QSD`ê jî bersiv da êrişê û êrişkar neçar man paşde vekişin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li gundê Ûm Tina yê girêdayî gundewarê Dêr Hafirê yê Kantona Tebqayê, li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê vê komkujiyê de daxuyanek da.

Li gorî daxuyaniya QSD'ê êriş bi karanîna balafirên bêmirov dest pê kir û paşê saet di 19:00’an de bi topbaraneke giran berdewam kir.

Di daxuyaniya QSD'ê de hate diyarkirin ku topbaranê rasterast malên sivîlan kir armanc û di encama van êrişên “barbarî” de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 sivîlên din jî birîndar bûn.

Navên kesên hatine qetilkirin ev in.

Amina Muhammed el-Azzawi (75 salî) Fatima Hiyye Ubeyd (65 salî), Amina Muhammed el-Hamza (22 salî), Ayşe Hamza Ubeyd (18 salî), Hamza Ubeyd er-Razzak (4 salî), Abdulghani Rahman el-Ubeyd (1 salî) û Rahaf Hüseyin el-Azzawi (23 salî)

Navên birîndaran jî ev in:

Cuma Hammud el-Muhaysin (60 salî), Meryem Hammud el-Muhaysin (55 salî), Halime Mahmud el-Muhaysin (65 salî) û Amina Hammud el-Amura (20 salî) 

QSD’ê têkildarî êrişên li ser sivîlan helwesta xwe bi van gotinan Anî ziman:  "Em vê sûcê nemerdane ku weke beşeke polîtîkayên domdar ên van koman ên li dijî sivîlan tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Em careke din dibêjin ku bêcezahî dibe sedema dubarebûna van binpêkirinan."

 

QSD'ê êrişa çekdarî ya li Dêr Hafirê bersivand

 

Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD'ê da zanîn ku balafireke bêmirov a çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, ber vê êvarê, bendeke leşkerî ya QSD`ê li Dêr Hafirê bombebaran kir, lê ti windahiyên canî yan jî madî çênebûn.

QSD'ê diyar ku hêzên wan bersiva jêderên êrişê dan û di encamê de erişker vekişiyan.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê di daxuyaniyê xwe de biryardariya hêzên xwe ya li hember êrişan jî anî ziman û wiha lê zêde kir: "Amadekariyên hêzên me di asta herî bilind de ye. Bersiva me li hember her kesê yan jî aliyê êrişî navend û şervanên me dikin, wê cidî be.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24