Li seranserî kantona Cizîrê çalakiyên dijî Komploya 9'ê Cotmehê hat lidarxistin

Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li seranserî bajarên kantona Cizîrê bi çalakiyên cuda hat şermezarkirin. Ciwanên kantona Cizîrê bi meşên meşaleyî komploya navneteweyî şermezar kirin û soza xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nû kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ciwanên Şoreşger li bajarê Amûdê,Tirbespiyê, Dêrik, Girkê Legê, Hesekê,Şedadê û Dirêbsiyê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek bi meşaleyan li dar xistin.

Ciwanan di çalakiyan de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin û bi durûşmeya "Berxwedana me dê bi ruhê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi ruhê ciwanan bidome." hat berzkirin.

 

"Azadiya Rêbertî xeta sor e"

 

Ciwanan li bajarê Tirbespiyê û Amûdê jî komploya navneteweyî şermezar kirin û piştî meşê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ciwanan destnîşan kir ku komplo ne tenê li dijî şexsê Rêber Abdullah Ocalan e, li dijî îradeya gelên azadîxwaz û projeya neteweya demokratîk e.

Her wiha li Dêrik û Girkê Legê jî ciwanan meşek meşaleyî li dar xistin û sloganên "Bê Serok Jiyan Nabe" hat berzkirin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û ciwanan diyar kir ku gelê Kurd fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esas girt; ji ber wê komplo têk çû.

Bi heman armancê li bajarê Şedadê û Hesekê jî ciwanan bi daxuyaniyekê soza bilindkirina asta têkoşînê û têkbirina hewldanên tunekirina îradeya gelan dubare kir. Ciwanan komploya li dijî Rêber Apo weke dijî tevahîya gelan pênase kir.

Ciwanan diyar kirin ku dê dengê xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin û tevahî hewlên şikandina vîna gelên azadîxwaz têk bibin.

 

ˋBi hevaltîya komunal, em ê bi Rêber Abdullah Ocalan re bijînˊ

 

Li bajarê Dirêbsiyê jî daxuyanîyek ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan ve hat dayîn. Di daxuyanîyê de kampanyaya ˋBi hevaltîya komunal, em ê bi Rêber Abdullah Ocalan re bijînˊ hat ragihandin û soza têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dan. Çalakî bi diruşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24