Li Darfûrê êrîşa li ser mizgeftê: Herî kêm 13 welatî hatin kuştin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrîşa li ser mizgefteke de li bajarê El Faşirê herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja Çarşemê piştî nîvro li taxa Ebû Şûk bombeyek li mizgeftê hate teqandin.

 

Şahidan diyar kirin ku herî kêm 13, kesan jiyana xwe dest da û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

 

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter a hevkarê berê yê artêşê ye, avêtin ser malên şêniyan, lewma 70 malbat neçar man ku xwe li mizgeftê bigirin.

 

Di nava 24 saetan de li El Faşirê di êrîşên heman hêzê de herî kêm 33, kesan jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24