Hilbijartinên Meclîsa Perlemantoya Îraqê, di 11'ê Mijdara 2025'an de, hatin lidarxistin.
Piştî ku Dadgeha Federal li ser encamê erê bike, Serokkomar biryara civîna yekem ya Parlementoyê dide.
Civîna yekem ji aliyê kesê herî bi temen mezin ve tê birêvebirin.
Di wê civînê de, Serokê Parlementoyê û alîkarên wan tên hilbijartin.
Li gorî lihevkirinên ku çêbûne, divê Serokkomar Kurd be, Serokwezîr ji Şîe be û Serokê Parlementoyê jî ji Suneyan be.
Gelek hewildan hebûn ku ev sîstem were guhertin, lê di dawiyê de ti guhertin çênebûn.
Encamên hilbijartinên Îraqê radestî Dadgeha Federal bûn
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Îraqê Cumane Xelaî ragihand ku wan encamên dawî yên hilbijartinan ji bo erêkirinê radestî Dadgeha Federal kirine.