Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat diyarkirin ku 38 gumanbarên ku di çarçoveya xebatên "Rêxistina Sûc a bi Armanca Qezencê ya Alihan Kuriş" de ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve hatibûn destpêkirin, bi amadeyî anîn serdozgeriyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hemû gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Ceza ya Aştiyê hatine kirin û ji 38 gumanbaran ji bo 32 kesan biryara girtinê, ji bo 6 gumanbaran jî biryara kontrola edlî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîn bi aliyên xwe yên cuda û bi hûrgilî berdewam dike.