Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama teqînê de, çekdarekî Hêzên Ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê birîndar bûye, di heman demê de jî zarokekî ku li nêzî cihê bûyerê bû, birîndar bûye.
Li gor Navenda Çavdêriyê, ew teqîn li ber avahiya Hêzên Ewlekariyê bi rêya otombêleke bombebarkirî çêbûye, lê heya niha ti aliyekî berpirsiyariya xwe li hember vê teqînê ranegihandiye.
Di 16`ê vê mehê de jî, li ser rêya di navbera bajarê Dêrazorê û Meyadînê de bombeyek di nav wesayîteke veguhastina çekdarên Hikûmetê de teqiya, di encamê de 5 çekdar hatibûn kuştin.