Li Pîremegrûn tankereke veguhestina sotemeniyê şewitî.
Di vê bûyerê de ciwanekî 25 salî, jiyana xwe ji dest daye.
Hate zanîn ku ev ciwan li ser tankerê bû, di encama vê şewatê de miriye.
Ekîbên agirkuj ji bo agir vemirînin çûn cihê şewatê. Bi mudaxeleya tîmên agirkuj re şewat hat vemirandin, lê di encama şewatê de tanker bi temamî şewitî.
Heta niha derbarê nasnameya ciwanê jiyana xwe ji dest daye û sedema şewatê de daxuyanî nehatiye dayîn.